Ev xebat digel ku li ser mecmû‘eyeke taybet hatibe kirin jî di esasê xwe de amanca vê kitêbê ji bo edebiyata kurdî ya klasîk diyarkirina qîmeta keşkûl û mecmû‘eyan e. Ev kitêb bi hûrgilî nasandin, tewsîf û transkirîpsiyona mecmû‘eyeke ji Koleksiyona Aleksandre Jaba ye ku li arşîva Zanîngeha Leningrad (St. Petersburg)ê di bin hejmara Kurd 36ê de hatiye parastin. Ev xebat ji sê beşan pêk hatiye. Di beşa ewil de derbarê mecmû‘eyan de agahiyên giştî hatiye dayîn û giringiya wan hatiye pêşkêşkirin. Di beşa duyan