Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar Kısa Özet
Mîna çiyayekî perên xwe vekirin. Heçku dê hemûsûskewên dinyayê lê bilûsin û dê hemû destên ku di valahiyê de qerisîne, pêgerm bibin. Mirov îlem li ber paxilekê germ dibû û îlem piştekdiviya jê re
germ û aram. Da ku tê de binve. Heke dil biqerise û tîhna wêpaxila hezê, wê singa evînê seh neke, li nav doşek û lihêfên qedîfe herqerisîye, her cemed e her bi sirê dibihûre… Sir dibihûre, sir digire. Sirdiqerêse, dil dike asin, dil dike kevir. Min dî got: Dinyaya min a biçûk û germ.. ÇimkîMin dizanibû kengî ruhê min li berba û sermayê biqerise, destekî dostane xwe ber min ve dikir. Destê wî dostî..Wî dostê min ê ji paxila Simbî mişext bûyî û xwe li ber palên Alpê girtî. Min piştî bîst salan ew dît. Sermaya Alpê bi yek carîli min bû honikahiya zozana Berçelan. Ez û ew hilkişîyan ser niçkê çiyê. Li hindava me ewr, li danga me erd. Di ber paceya teyarê de dîmen diderizî: Şînê behrê di şînê ezman de dikeliyapêlên spîçolkî mîna hespên rewan ên rabûne çargavan li ser gerdena behrê xalênreş dihiştin, qayik û gemî bi bêdengî ser dikişiyan, sîpel di kendalên perê dedibijiqîn û teyr û tilûr mîna ewrên boz bi dû refa xwe diketin.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786257568692 |
Yayın Tarihi |
:2022-10-28 |
Yayın Dili |
:Türkçe |
Orjinal Adı |
:Dınya Ya Mın A Germ Dınya Ya Wan A Sar |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Kapak |
:Ciltsiz |
Kağıt |
:Kitap Kağıdı |
Boyut |
:135 X 195 |