Wê gote min, “Doktor; Kurdbûn, vê serdemê navê ruhekî nû ye. Navê rabûnê. Raperînê. Navê xwedaweşandina teyrê hêlo ye. Ne ku tenê navê grûbeke etnîkî, navê nijadeke Aryanî ye; naxêr, di vê çîrokê de Kurdbûn ji vê pênaseyê gelekî mezintir e. Çimkî li vê mişara cîhanê, Rojhilata Navîn, tekane ruh e ku bêhna zilm û sitemkarîyê neketiye gîyanê wî. Pak maye. Çîraya bindest û hejaran e. Kurdbûn, vê serdemê navê heqîqetê ye çimkî heqîqet ew çirûsk e ku di nav tepeserkirî û bindest de berza dibe, diçirûse. Kurdbûn ew e, hemû dinya gwîzên xwe li ser dilê te dişikîne, hemû dinya belam zûlek kakil jî bi ber dilê te naxe. Ev nasname hawara mezlûman e ji lew re jî navê vê hişyar û raperîna me ya nû Kurdbûn e. Îcar dilê min temet Kurdekê şikestî, temet Kurdekê perçiqî, temet Kurdekê azar û êşpêketî, temet Kurdekê jî serîrakirî û di ber difna dinyaya bêbext re çikilî. Ev bû Doktor, tenê ev!”

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786057535894
Yayın Tarihi :2023-05-15
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :4Kotra 4Çela
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :270
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Omer Dılsoz
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler