Pirr bere, ji wexte keştiyen ba'ye ve gava masivanan li behr'en bakur masivaniye kirine xwestine masiyen girr zindi bigihinin suke. Ji bo ve ji ji textan hewzen mezin çekirine û masiyan ji xistine nava hewze u birine suke. Le bele arişeyek derketiye. Ji ber masi di wan hewza de be tevger dimînîn heya wan digînin sûke ması nermixı dibin û ji zindîbuna wan tişkî namîne. Masivanan ji bo peşiya veya bigrin masîpisîkan davejin nava hewze. Di re de masîpisîk pişt, qemçik û seren masiyen dine gez dikin. Masiyen mezin ji begavî heya sûke direvin û tevdidin xwe. Bi vî ewayî sax û zindî digîhîjin sûke.
Îja helbestvan bi helbesta xwe civake gez dike û we di diqdiqîne ji bo sax û şiyar peşve here. Ramazan kavak, di pirtûka xwe ya duyem de jî hem wek pisîkmasî me gez dike û hem Ji hemayan newayan çedike û keliyen jiyane di kerrika guhen me de vedibeje;
di berkurka demen xitimî de, lîlanen pelişî
di paxila tirse de hawaren xeriqî
rojimeren bêhiş,
seaten bedbin,
hûrdemen perçiqi
çend demsal,
û sedsal bihurin
disa,
axx disa,
ji çirkeyan jan û jar diheriki...
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786059017541 |
Yayın Tarihi |
:2018-07-31 |
Yayın Dili |
:Türkçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:54 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 195 |