Romana ku lehengê wê di nava windabûyîneke psikolojîk de li
rabûrdiya xwe vedigere,xwendevanan jî bi xwe re dibe berxwedana eşîrên
Hevêrkan,Çiyayê Torê û koçbûna Serokeşîr Haco Axa.Leheng gava biranînên
xwe dîsa ji nû ve dijî encama tifaqê û bêtifaqîyê nîşanî me dide.Wextê hûn vê
romanê bixwînin wê Şiyar we jî bi xwe re bibe dewr û dewranên berê yên
eşîrtiyê.Di vê romanê de çiya,çek,evîn,xiyanet,doz û windabûn bi zimanekî
herikbar hatiye honandin...

Ji Romanê
Êdî dengê dahola şer ji nêz ve dihat. Ji ber vê sedemê Qesra Haco Axa, bi qelebalixeke dîrokî tije bû.
Bîst û çar eşîrên Hevêrkan civîn li ser civînê li dar dixistin. Siltanê Hevêrkan, hem ji bo heyfa pêşîyên
xwe hilîne û hem jî bo agirê berxwedanê geş bike, qasid li dûv qasid dişandine çar alîyên welêt, lê
qasidê wî yeko yeko destevala vedigerîyan. Çepera şer her ku diçû nêzî sînorên Torê dibû, û vê yekê
tirs û fikarên Haco Axa zêde dikirin.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257085113
Yayın Tarihi :2020-10-22
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :160
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap kağıdı
Boyut :135 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Ramazan Kavak
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler