Romana nû ya Fawaz Husên, Evdo û çend bêhnikên şadiyê di nav weşanên Avesta de derket.
Kurdekî helebçeyî li Îthakayê.
Evdo kurd e, li Parîsê penaber e lê hema li welatên dûr û nêzîk digere. Gava li televizyona di asimanê meyxaneyê de behsa têkçûna aborî ya Yewnanistanê dibe, ew dest bi rêwîtiyek dirêj dike. Ew ji Atênayê diçe Sûnion, Salamînas, Mîkênê, Êpîdawros, Patra û dawiya dawîn, di Îthakayê, girava Odîsêos re derdikeve. Di vê rêwîtiyê de, erê pêrgî neh jinên yewnanî û dilrevîn dibe, ew Nazenîna kurd ji bîr nake û hema li serpêhatiya Helebçeyê û li dîroka Kurdistanê dilikume.
Di vê romanê de, Fawaz Husên sirûd û fîxana derbideriyê dubare dike, lê ew vê carê lehengê xwe ji Parîs û ji Kurdistanê dibe Yewnanistana kevnare. Bi saya geşt û xeyala xwe ya mestane, Evdo xwe di nav bêhnikên şadiyê de ji bîr dike û dibe xwediyê efsaneyên rengareng û gernameyek seyr û balkêş.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055279349 |
Yayın Tarihi |
:2013-03-09 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:128 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:140 X 200 |