Romana nû ya Fawaz Husên Piçek jiyan, qetek asiman di nav weşanên Avesta de derket.
Di Piçek jiyan, qetek asiman de, Fawaz Husên vedigere bîst û pênc salên xwe yên pêşîn li deşta Mêrdînê û bajarê Amûdê. Ew li ser bûyerên bingehîn ên gelê kurd û yên malbata xwe di dirêjahiya sedsala bîstan de hûr dibe. Ew bi pênûsa dilê xwe dîroka civakî û bîranînên kesane bi hev re dihûne, wan ji windabûnê diparêze, wekî hibriyek rengareng dispêre bayê bêrîkirinê û diyariyî rûhê xwendevanan dike.
Ji mêj ve, bajar ji kurê xwe nîşanek spasguzariyê dixwest. Bi vê berhemê, Fawaz Husên eşkere dike ku nan û xwêya wî ne li ser çokên wî ne. Ew Amûdnameyê dinivîsê û bajarê xwe dike navnîşana bengîniyê û cih û warê birîn û hêviyê. Gotinek pêşiyan dibêje Tiştê çû, mede dû, lê Fawaz Husên berevajoyî wê dike, dibêje Tiştê çû, bide dû û piştî ewçend sal, li Amûdê vedigere. Ew li Amûdê, toza wê, sînemaya şewitî, çemê miçiqî, pêwendiyên di navbera mesîhî, êzdî û misilmanan de, hevpeyvînên kelîseyan bi mizgeftan re, ew li hemûyan dizîvire, wan zinde dike û vedijîne.
Piçek jiyan, qetek asiman nameyek evînê ji bo axa welatekî windabûyî ye. Ew li ser demên buhurî û dewranên ku tucarî nema vedigerin nimêjek e.
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786055279783 |
Yayın Tarihi |
:2014-05-21 |
Yayın Dili |
:Türkçe |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:264 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 195 |