Heneseya Jiyane Kitap Açıklaması
Li ber serê wan sekinî. Destê xwe li milê yekî ji wan xist. Lê deng ji wan nehat. Hêdîka quncekî çarşefa li ser wan rakir. Serê Guljîyanê li ser balgeh bû. Porê wê yê zer, li ser rûdena wê de belav bûbû. Destê xwe li milê wê yê tazî xist. Lê tu pêjn jê nehat. Çarşefa li ser wan hemû kişand. Li ser livînan Guljîyanê û Hemîn di berê hev de wilo şilftazî, di nav xwînê de dît. Çiqas çavên xwe firkand jî ew dîmena li ber çavên wê qet neguherî. Li ber dîmen mîna peykerekî li şipîya mabû. Çavên wê li ser wan zoq mabû. Gewrîya wê xitimî. Dengê qîrîna wê di bîra henaseya wê de mîna ku bê deng mabe, di dilê wê de olan dida. Heçko ziravê wê teqîya be. Ji nîşka ve li erdê dirêj bû. Ji ber wan sîya jîyana nepenî ya hena­seya xwe di nav razê de temirandin; Nepenê jî li ber dîmenê wan, ronahîya çavên xwe, ji tarîyê re ditemirand di nav şoqê de…



(Tanıtım Bülteninden)

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257085632
Yayın Tarihi :2022-12-16
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Heneseya Jiyane
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :100
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :135 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mahir Bagok
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler