Her çiqas ev novela li ser jiyana rojan e û li ser takekesiya Jîrzanî,Gulbêrî û Bozê hatibe
honandin ji, wekî berhemên din yên Mahîr Bagok di paşxanê de dîsa tekoşîna salên notî bi bîra
me dixe. Ev berhem bêrîkirin e, bêrikirina welatekî,welatê ku van ciwanan wextekî piçûkên wê
bûn.
"Cihê zaroktîya mirov li wir bihurîbe ya rastî rihê mirov li wir veşartî ye. Her tim ji bo çi qala wir
dikim, ji ber min li wir ava xeyalên xwe veşartîye. Bêrîkirina demên bihurî di tûrikê dilê mirovî
de veşartîye mîna dîrokekê. Dema qala cihê zaroktîya mirovî tê kirin janên dilê mirovî ji nav
lêvan dibarin."
***
"Xwîna me ji bo evîna welat diherike. Evîna me welat e, welat jî di rihê ciwanan de her tim zindî ye!
Dengê me dengekê xweşîyeka nepenî ye. Em di girêdana welatê xwe de sermest in. Evîna takekesî di
nav zemanî de mîna pelên guleka bitenê diwere li ber bablîsoka demê. Evîna mezin, hezkirina di rihê
felsefeya me de watedar e. Jîyanek, xwedî felsefeya evîneka hevpar be, wê demê rihê azad, vîna bi
biryar jî wê di hundirê xwe de ava bike. Tekilîyeka evînê ya ji rêzê bi xwe re piştî kêfxweşîya du
rojan, nakokîyan tîne. Bila gavên evîna we mezin bin, wê demê rihê jîyana we jî wê di dilpakîyê de
bibe behr.”

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786257085762
Yayın Tarihi :2023-05-04
Yayın Dili :Türkçe
Orjinal Adı :Çavqirpandina Bêrîyê
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :84
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :135 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Mahir Bagok
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler