"Hevokan wateyên xwe nînin, wateyan hevokên xwe hene. Ji ber ku her wateyekê hevokeke xwe nîne jî, çîrok hene..."
Pirtûkeke nû û duyem ji Murat Özyaşarê ku bi pirtûka xwe ya bi navê Bîr Xelata Çîrokan a Haldun Taner û Xelata Çîrokan a Yunus Nadi wergirtibû: Kelogirî.
Özyaşarê ku di Bîrê de dibêje "Hêşta gotin hebû, têk de vegêrrana neyekser bû", di Kelogirîyê de, vegêrrana neyekser a di gotinê de radike û çîroka di nava gotinê de kaşî berev wateyê dike. Ev çîrokên ku ne pêkan e bêne vegêrran, bes pêkan e bêne nivîsîn, ji bo famkirinê ji xwîneran hêvîya hisîyatê dikin, ne ku kêferateke giran...
Kelogirî bi çîrokên bendewarî nas kirî ve awatê dike ku bigihîje xwînerên xwe û di xwînerên xwe bigere.
"Her kes li dû mirîyê xwe dike tîqetîq; ev e, tu nebê navê vê krîzê, navê vê tîqetîqê ye kenê bêxwê."
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786050960488 |
Yayın Tarihi |
:2019-03-27 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Orjinal Adı |
:Kelogıri |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:104 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:2.Hamur |
Boyut |
:135 X 195 |