Meryemaya Sebrî Silêvanî derket!

Romana bi navê Meryema ya romannûsê jêhatî Sebrî Silêvanî ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hate weşandin.

Silêvanî di romana xwe Meryemayê de gelş û pirsgirêka jinê, ku ji ber nasnava jinbûnê ji aliyê desthilatê ve hatiye afirandin, bo xwe jî dike arîşeyeke hebûniyê û di nava romana xwe re vê yekê bi me re nîqaş dike. Û di riya vê yekê re jî desthilata mêrane dide ber pirsan.

Gelşa jinê, ku di roja îroyîn de gelşeke taybet e û bi sedema hebûna mirovahiyê ve vebestî ye, li gel civak û komelên din ên cîhanê, hê jî serî li civaka Kurdan jî digerîne. Nivîskar di romana Meryemayê de disîplînên wekî ol, felsefe, îdeolojî, sosyolojî, wêje û çand, her yekê dike tewqeke romanê û me vedixwîne nava nîqaşê; bi pêdeçûna xwendinê re bi me dihisîne ku ev gelş a me hemûyan e jî û ji me tu kes nikare jê ta bide; û dike ku em ji xwe bipirsin û bibêjin: Gelo arîşeya jinan çi rê û çareserî jê re divê?

Meyrema. Ji romannûs Sebrî Silêvanî romaneke ku bi mijara xwe ve girîngiya kêşeyeke civakî tîne bîra xwîneran.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786058813090
Yayın Tarihi :2011-05-27
Yayın Dili :Kürtçe
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :114
Kapak :Karton
Kağıt :2.Hamur
Boyut :145 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Sebri Silevani
İlgili Eserler