Sê Koçrewan, destana çîyayekî ye, çîya jî destana ehlekî
ji qelşên zinêr kişiyaye koka ehlê çiyê û darmazîyê
ji ber vê ye ev deyax û ev carrisî.
Êvar bi xew’v diçûn
Ez li pê diçûm
Xeyyam’ek û Heyam’ek
Pêrgî hev bûne li topografîya zemên
Zeman, êvar
Êvar, xirrûxalî
Heyam, rêyeke bixof î tarî
Xeyyam, şa’irekî meykêş î rêwî
Lewma cirra xwe venakî
Ji xefikên Epîka Modern û talûkeyên Destana Parodîk…
Zerdeşt Cemal vê carê berê me dide asêgeha destan-şi’êrê û şi’êr-destanê…
H.Kovan Baqî
*Xeyal bîr’ek kûr e* û helbestvan tê de li paşroj û Pêşroja xwe digere. Keldûmana bermahîyên ji ristên wî difure, şahidbûna - qeydkirina demê ye. *Koçrewan*e, ji bîr’a zarokek heya goristana wî; li paş û pêş şahîşînên e’mir kin. De bajo divê ji pênûsa xwe re; *Geh li Ser Xetê geh li Bin Xetê.* Zerdeşt, deriyê helbesta xwe Ji karwanên bê al û ji koçberên bê Welat re vekiriye. Ref digire bi Qulingên Koçrewan re, li xwe û li xwedê digerin. Berfo Bari
Devamı
Format |
:Kitap |
Barkod |
:9786059017817 |
Yayın Tarihi |
:2023-04-28 |
Yayın Dili |
:Kürtçe |
Orjinal Adı |
:Sê Koçrewan |
Baskı Sayısı |
:1.Baskı |
Sayfa Sayısı |
:64 |
Kapak |
:Karton |
Kağıt |
:Kitap Kağıdı |
Boyut |
:140 X 200 |