Yekem kitêba Harbî Soylu a çîrokan bi navê Koçera Kej ji nav weşanên Avesta derket. Harbî Soylu di destpêka salên 90î de kete hepsê. Dor deh salan di hepsên Diyarbekir, Entab û Bartinê de ma. Di hepsê de dest bi xwendin û nivîsandina kurdî kir. Çîrokên wî heta niha gelek xelat wergirtine.
Ji çîroka Koçera Kej
Serê vê sibehê bêhna te û bêhna payizê bi hev ra bi ser min da tê, bi bayê ecem ra. Ev çend demsal in ez ji te û ji bêhna te, ji bedewbûna te, ji xeml û rewşa te bêpar û bêxeber im. Ez bîra te dikim.
95 TL.
100 TL.
Tükendi