Helket Îdrîs ‘Abid, şanoger, derhêner û lîstikvanê ji bajarê Dihokê ku bi salan e bi awayekî çalak li ser sehneyên şanoyê nimayîşan pêk tîne, bi berhema xwe ANAHÎTA Û GEMÎVAN (HEFT TEKSTÊN ŞANOYÊ) li pêşberî xwînerên kurdî ye. Ev berhem wekî berdewamiya sermiyana pexşana kurdî ya metnên nûjen û nemaze jî ya şanonameyan, dê ji bo mereqdarên qadê bibe berhemeke sûdmend û îlhambexş.

Berhema ji heft şanonameyan pêk tê ku du jê melodrama ne, bi naveroka xwe dibe ayîneya karakterên xwe, jiyana civakî û polîtîk a kurdan. Herweha lêgerîn û hesreta karakteran a ji bo rabirdûyê, rabitaya wan a trawmatîk a ligel sînoran, bandora desthilatdariyê ya li ser layenên cuda yên jiyana civakî, rexneya hizrên paşverû û gelek babetên din bi şêwazeke xweser û têrmîzah a nivîskarî têne wegêran.

Nivîskar hima bêje di temamiya metnan de wêneyekî civakî yê reşbîn, tawan û gunehên takekes û rayedaran bi kirasê realîzmeke efsûnî nîşanî me dide û derwazeyê rexneyê vekirî dihêle bo xwînerên xwe.

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786258383560
Yayın Tarihi :2023-11-22
Yayın Dili :Kürtçe
Orjinal Adı :Anahîta Û Gemîvan ;Heft Tekstên Şanoyê
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :240
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Yazar   : Helket Îdrîs ‘Abid
İlgili Eserler