Tu dibêjî qey xwedê ew neqişandîye. Ne mîna mirovên din bû. Pîrozîya wê bi tu gotinan nayê ziman. Ruhê wê cuda, ziman û reftarê wê cuda bû. Ew ziman di firindeyan da jî tune bû, ew ê di mirovan da çawa be … awirên wê zimanê wê bûn. Ew çavên qehweyî dinya vedigotin, jîyan vedigotin. Ax! Ew … ew di vê cîhana qirêj da mîna van gulan bû. Ew di nav sîberê da ronahîyek bû. Ronahîya ku ji qula mifteya derî dikeve hundirê mala tarî û her tiştî bi xwe ra diguhêre. Pê hesîya ku di xwêdanê da maye. Ji bo ku tu kes nebîne hêdî hêdî destê xwe bi pantolê xwe ve bir. Ji nişka ve wekî ku bikirek xwe bizivirîne û di bin çavan ra lê binêre. Wîî, gelo bêhna xwêdanê ji wî dihat? Gelo ji ber wilo wê lê meyzand?

Devamı
Format :Kitap
Barkod :9786052298312
Yayın Tarihi :2023-12-25
Yayın Dili :Zazaca
Orjinal Adı :Binefş
Baskı Sayısı :1.Baskı
Sayfa Sayısı :54
Kapak :Karton
Kağıt :Kitap Kağıdı
Boyut :130 X 195
Emeği Geçenler :
Çevirmen   : Hacer Petekkaya
Çevirmen   : Milad Xazalê
Yazar   : Bedrîye Topaç
Yazarın Diğer Eserleri
İlgili Eserler