Anasayfa Arama sonuçları
Sonucu Daralt
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 475 kayıt bulunmuştur Gösterilen 1-20 / Aktif Sayfa : 1
 %  5
Monologen Evinen Kedikıri
pirî caran porê te yê gijolî tê mîna pisîkekê vedizele û tilîkên min ên hişkelokî difirikînin firkên pişta porê te Monologên Evînên Kedîkirî pirtûka yekem a Mem Bawer e. Pirtûk ji sê beşan pêk tê: “Xewna helbestên bêmejî”, “Xewna mejîyên bêhelbest” û “Bêmejîbûna helbestê”. Helbestkar, monologên binhişê xwe bi rêya helbestê anîye zimên. Di beşa pêşî de piranî helbestên tekane hene û bi tenê li ser mijarekê hatine nivîsîn. Mem Bawer, di beşa duyem de piranî pexşanhelbestên xwe bi cî kiriye û helbestên vê
123.5 TL. 130 TL.
Tükendi
 %  5
Melayiketa Dil
dilê min dibijîya tendûra laşê te yê pêtî pê tîna xwe min dişikand. dişikîya şembelîkên şeva şikeva li qeraxa êvarên tetirxanî. xwekuştin dibû meleqof û dişemitî wê gavê ji ser birînên me yên xewarî. wê carê cot caran min ji te hez dikir. Mem Bawer, di Melayîketa Dîl de pexşanhelbest ceribandîye. Pirtûk ji nozdeh beşan pêk tê. Ji hêmaya evînê dest pê dike û bi hêmaya mirinê bi dawî dibe. A rast pirtûk bi tena serê xwe helbestek e. Di pirtûkê de gelek hêma û teknîkên cuda hatine bikaranîn. Mirov dika
104.5 TL. 110 TL.
Tükendi
 %  5
Sterka Seve
tu stêrka nava sêvê tu bêhna evîna şevê tahma pincarên biharê ku her kes pê nizane ka li kîjan quncikê deşt, gelî û newalan veşartiye. Mem Bawer, di pirtûka xwe ya sêyem ya bi navê Stêrka Sêvê de, xwestîye ku xwendevan li hêmayên veşartî yên jîyana xwe bigerin. Pirtûk bi tarzeke cuda hatiye nivîsîn, navê helbestan tune ye, ya rastî navê helbestan jimar in. Rêzên her helbestê bi qasî hejmara wê ye. Helbest bi zimanekî sivik hatine nivîsîn. Pirtûk ji sî û şeş helbestan pêk tê. Helbesta 34’an dîyarî dayi
85.5 TL. 90 TL.
Tükendi
 %  5
Warê Zımên Kevîya Wêjeyê
Di pirtûka Warê Zimên Kevîya Wêjeyê de, nivîsarên ku zimanê Kur(d)mancî û Wêjeya wê li xwe dikin xem, cî digirin. Her nivîsar, ji hêlekê ve berê xwe bi alî zimên ve dike û dixwaze bigihîje wan hêmanên jêderkî ku pê vegotinên wêjeyî ava dibin. Dilawer Zeraq, di Warê Zimên Kevîya Wêjeyê de, bi nivîsarên ku her yek li ser naverokeke taybet hatine nivîsîn, lê dixebite ku ziman wekî “warê hebûnê” heyî bibe û avanîyek çêbibe di kevîya wêjeyê de da ku “dengê hebûnê” karibe tê de bihewe.
114 TL. 120 TL.
Tükendi
 %  5
Evîndarên Franz K.
Burhan Sönmez bi romana xwe ya nû “Evîndarên Franz K.” yekem car derdikeve pêş xwînerên Kurdî. Serborîyên cihêreng ên kesayetên xwedî nasnameyên dureh, sûretên kevn û nû yên bajarên Stenbolê, Parîsê û Berlînê, çîrokên şer û qeyranên sîyasî û evîna Ferdy û Amalyayê tev li dora bûyereke kuştinê pêrgî hev dibin. Sönmez ji bergehên cuda evîndarîya ji bo Franz Kafka dinirxîne, paradoksa dilsozî û dostanîyê û azwerîya navdarî û nemirbûnê rûberî hev dike. “Evîndarên Franz K.” çîroka xwe bi dîyalogan vedibêje û bi
144.4 TL. 152 TL.
Tükendi
 %  5
Xema Qulingî;Kurteçirok
"Di navbera min û tarîyê de hevalînîyek çê bûbû. Bi zimanê bêdengîyê, me danûstendinek dirust dikir. Li xwe digerîyam di tarîya xwe de." Kurteçîrokên di Xema Qulingî de, her yek bi xemên kurteçîroknûsîya modern, bi aqilekî girîfdar ê tevnsaz û bi şêwazên ku dîyar e nivîskar hem ji teknîkên nûjen haydar e hem jî di lêgerîna kifşkirina teknîkên vegotinî ên dîtir de ye. Tevî ku di van salên dawîn de cureya romanê li ba nivîskarên Kurd di rewacê de ye û nivîskar hîn bêtir bala xwe dibin ser romanê jî, Omer Dewr
152 TL. 160 TL.
Tükendi
 %  5
Esaleta Selahadînê Eyûbî
Şerefxan Cizîrî, bi Kurdî qala Selahadînê Kurd dike. Serpêhatî, malbat, eşîr û fermandarîya Kurdan bi bûyerên demê re dixe nava tevgirêdaneke dîrokî û civakî. Nivîskar sentezên dîrokî û çandî derdixe pêşberî xwendevanan…Şerefxan Cizîrî, bi Esaleta Selahadînê Eyûbî re dixwaze Selahadînê Kurd ji bin destê derewkar û kedxwiran xelas bike û merdî û mêrxasîya Kurdên wê demê derxe holê. Cizîrî, bi vê xebata xwe dixwaze Kurdan der barê Selahadînê Kurd de bike xwedî zanebûnên cuda û nirxandinên hemdemî. Lewma bi rê
275.5 TL. 290 TL.
Tükendi
 %  5
Gıhiştın
Projeya Literature Beyond Bordersa ku bi hevkarîya Literarisches Colloquium ya ji Berlînê, Litteraturhuseta ji Osloyê, Kıraathane Edebiyat Evi ya ji Stenbolê û Wêjegeh Amed ya ji Amedê û di serdema 2021-2022'yan de dest pê kir; di serdema 2022-2023'yan de bi tevlêbûna Paul Celan Literaturzentrum ya ji Chernivrsiyê domand. Antolojîya bi navê Gihîştinê, tekstên xweser yên wekî; ji Berlînê Xeyas El-Mehdûn ya bi Erebî, Ferîba Vafî ya bi Farisî; ji Osloyê Priya Bains û Pedro Carmona-Alvarez ya bi Norwecî; ji Ste
142.5 TL. 150 TL.
Tükendi
 %  5
Danberheva Memê Alan Û Mem Û Zînê;Vekolîneke Folklorî 
Zargotina gelê Kurd, wekî ku gelek zanyarên zargotinê jî pesend kiriye; yek ji dewlemendtirîn û kevnartirîn zargotina gelên cîhanê ye. Tevî ku heta niha hin xebatên berhevkarîyê hatibin kirin jî xebatên zanistî û tezên li ser zargotina gelê Kurd ên bi rengekî akademîk û bi pergal hatine amadekirin kêm in û ev rastî têra xwe nayê zanîn. Bedran Hîkmet di vê xebata xwe de Destana Memê Alan ku parçeyek ji parçeyên girîng yên zargotina gelê Kurd e, bi awayekî zanistî vekolaye û ew û Mem û Zîna Ehmedê Xanî ji gel
224.2 TL. 236 TL.
Tükendi
 %  5
Mohra Reş
Mohra Reş, erda helbestê; etlesa ruhê vê axê, bîra dilistana xwe gav bi gav 'rêş' dike û dilop bi dilop bi xwîna "şîn" ya 'ji vir heta bihûşta esmanan' mîna gêrestûnekê hemû rengên Rojê di xwe de parzinandî nîgar dike. Helbestvan, hest û dilê xwe bi xwîna helbestê diçîne li 'qeraçên Qerejdaxê,' li dû şûnpê û şîpên dîroka dûredirêj a çîroka xwînê. Helbestvan, mohra xwe bi Kurmancîya tîr û pehtî ya 'reş' li deftera helbestê dixe û berê xwe dide ber pesarên helbesteke pehtî ya têravî, rehdakişîyayî, aza û heta
95 TL. 100 TL.
Tükendi
 %  5
Xewn Ji Qedexe Ne;Kurteçirok
Sidqî Hirorî, bi çîrokên Xewn Jî Qedexe ne derbên tenik, lê bi bandor li çîroknûsîya Kurdî dixe. Hin caran serê pênûsa wî ber bi zimanê qerfokîyeke tenik û reş ve û hin caran jî serê pênûsa wî xwendevan ber bi melodiramayeke tenik ve dibe. Lê di her gerîyana serê pênûsa wî ya di nava çîrokan de xwendevan tûşî êş û azarên Kurdan kiriye, tûşî serpêhatîyeke sosret ya penaberên Kurd li Ewropayê pê re rûbirûyî bûne, tûşî cîhaneke dîtir ên ku di jîyana rojane de, di encama derblêdanan de vebûne kiriye û tavilê xw
128.25 TL. 135 TL.
Tükendi
 %  5
Tehma Xwelîyê
Îlhamî Sîdar, di romana xwe ya yekem a Kurdî ‘Tehma Xwelîyê’ de bi şêwaza xwe ya helbestî xwendevên bi rêwîtîyeke ruhanî li dîyarên egzotîk digerîne û serpêhatîya ruhî vedibêje. Lehengê romanê di 18 salîya xwe de dertê pêşberî me û wekî arîstokratekî di salên 1516’an de li Stenbolê dest bi serpêhatîya xwe ango dest bi rêwîtîya xwe dike. Nivîskar di vê rêwîtîyê de nakokîyên dertên pêşîya leheng yeko yeko ji hev vediçirîne û şikestinên leheng, bi awayekî lixwegerîna ruhî ya hûr û kûr, di rêwîtiya ronahîyê de
155.8 TL. 164 TL.
Tükendi
 %  5
Govenda Li Ber Mirine
Berhema Bavê Nazê ya bi navê "Govenda Li Ber Mirinê" ji sêzdeh kurteçîrokan pêk tê. ' 'Govenda Li Ber Mirinê'' Bala xwînerên xwe dide nameyeke dilşewat a birakujîyê. Vegotina nivîskar me li trajedîya Kurdan dike mêvan û birînên hestên me yên ku hîn cebar nebûne tevdide. Xembarî û wê çarenûsa me ya demekê, di giyanên me de niştecî dike. Bi wê keleka di behra êşan de, nivîskar me bi lehengên xwe re dike hevalê demeke trawmatîk. Wekî erdhejekê xwîneran dixe bin bandora çîrokê û wan radestî rastîyekê dike. Pi
136.8 TL. 144 TL.
Tükendi
 %  5
Deftera Kurdekî Penaber
Eskerê Boyîk, di vê dem û çaxa me de, yek ji nivîskarên pênûsxurt û berhemdar ên Kurdên Qafqasan e. Deftera Kurdekî Penaber guldesteyek ji çîrokên wî ên tehmdar e. Her du çîrokên destpêkê - Deftera Kurdekî Penaber û Bihar – mîna du noveleyên dirêj jî dikarin bên xwendin. Çi ku di tehm, teşe, mantiq û avakarîya wan de hostetî û şopên novelîstan dîyar e. Her wiha temaya çîrokên di Deftera Kurdekî Penaber de wê enînivîsa reş a Kurdan a ku her tim arîşedarîyên nasnameyî, serpêhatîyên biêş ên Kurdên ku ji ber de
199.5 TL. 210 TL.
Tükendi
 %  5
Keskesora Çîya
Hin helbest hene ne tenê helbest in. Hin helbest hene ne tenê rîtm, aheng, deng û awaz in. Hin helbest hene ne tenê mîna helbestên ku divê werin xwendin in. Hin helbest hene mîna helbestên Mîrazê Cemal ên di Keskesora Çîya de divê li gorî rîtm, aheng, deng û awazê wan bi hev re eynî mîna besteyeke hevgirtî û hevûdu temam dike were xwendin. Her wiha wexta em helbestên Cemal dixwînin, em pê re taybetmendîya awayê devoka Kurdên Qafqasan jî ku li bal wan cihekî girîng digire tevî berhemêzkirina zimanê çar parçe
163.4 TL. 172 TL.
Tükendi
 %  5
Bîranîn Û Serhatî
Gelo ji bo xwendevanên li pey tehm û çêja xwendinên hêja, danîna sînorên asê ên cureyên wêjeyî têrî sînordarkirina hêza baskên xeyalên xwendevanan jî dike? Bîranîn û Serhatîyên Elîyê Evdilrehman ji binî de wateya vê pirsê pûç dike. Bala xwendevan ji navandina bîranîn-çîrok, çîrok-bîranîn ango tenê bîranîn û tenê çîrokê bi wê detir dibe. Ew bi hostetî û hestîyarîya dilsozane metnên ku tehm û çêja di metnên çîrok û bîranînên nivîskarên hêja ên Rûsan de hene, di ferhenga hêmayî a xwendevanên Kurd de jî dihêle.
209 TL. 220 TL.
Tükendi
 %  5
Hîveron
Helbestên Egîtê Şemsî ên di Hîveronê de, bêguman helbestên ku heyamekê û demeke dirêj gelek helbestvanên cîhanê bi ber bayê hêz û bandora wê ketibûn û bi rêya vê hêz û bandorê berê xwe dabûn gelê xwe re hevdem in. Ew dem û heyam ji ên şoreş û şoreşgerîya netewperwerîyê bûn. Lê belê heke meriv helbestên Şemsî tenê bi berbaketina heyam û demên şoreş û şoreşgerîya netewperwerîyane ve sînordar bike, meriv dê neheqîyê li helbestên wî bike. Pastoralîya tenik, xwezayî û sirûştî a Kurdistanê, lîrîzma ku wekî çemekî
95 TL. 100 TL.
Tükendi
 %  5
Keleha Dûr
Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.” Ev hevoka pêşîn aVeguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e gîyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di navacivaka xebatêde ye, hêmaya derasayî ya ku derîyê honakeke hem tîr, hem
304 TL. 320 TL.
Tükendi
 %  5
Du Dinya
Gregor Samsayê gava ku sibehekê ji xewnên xwe yên qerebalix hişyar bû, bi xwe hisiya ku ew di nava nivînê xwe de veguheriye kêzikekî terrikî.” Ev hevoka pêşîn aVeguherîna Franz Kafka, heq e ku mirov bibêje, yek ji navdartirîn hevokên pêşîn e di nava hemû hevokên pêşîn ên hemû deqên wêjeyî de. Bazargerekî bi navê Gregor Samsa, yê ku reng e gîyancêwiyê nivîskarê xwe bi xwe ye, bilaşûgewdebûn û bercestebûna hêmaya havîbûna takekes a di navacivaka xebatêde ye, hêmaya derasayî ya ku derîyê honakeke hem tîr, hem
95 TL. 100 TL.
Tükendi
 %  5
Dêra Extermanê Evîn Û Berxwedan
Evîn di hemû dewr û dewranan de di hemû çand û civakan de yek ji hêmana xurt ya edebîyata devkî ye. Evîna Elîyê Qaloxa û Keça Ermenî Meryemaya xweşkok, bûyereke kevin e ku li derdora Wanê derbas bûye. Di stran, çîrok û destanan de jî cihekî taybet digire. Hêza vê evîna balkêş, bi rêzikên lawjeyan re hatiye heta roja me û nehatiye ji bîr kirin. Îhsan Colemergî vê bûyera awarte bi zimanê xwe yê xweser û bi vegotineke herikbar vedibêje û mîna fîlmekî evînê heta dawî bi mirov dide temaşekirin. Colemergî, dema
125.4 TL. 132 TL.
Tükendi
Sadece stokta olanlar : 
Toplam 475 kayıt bulunmuştur Gösterilen 1-20 / Aktif Sayfa : 1